Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî amadebûna xwe bo şandina alîkariyên mirovî ji Filistînê re nîşan dide

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Mûsa Ehmed bi serokatiya şandekê serdana Konsulxaneya Giştî ya Filistînê li Hewlêrê kir û li gel Konsulê Giştî Nezmî Xezûrî civiya û amadebûna dezgehê ji bo şandina alîkariyên mirovî bo Filistînê nîşan da.

Di hevdîtinê de, Konsulê Giştî yê Filistînê Nezmî Xezûrî spasiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir, ji bo xizmetkirina penaberên bi giştî û penaberên Filistînî bi taybetî ku di salên 2014-2017ê de ji deverên din ên Iraqê koçberî Herêma Kurdistanê bûne.

Her di hevdîtinê de, rewşa mirovî ya gelê Filistînê û rêyên şandina alîkariyên mirovî hatin gotûbêjkirin, Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî tekezî li ser amadebûna Dezgehê ji bo şandina alîkariyên mirovî ji bo xelkê zerermend kir.

Li hember de jî Konsulê Giştî yê Filistînê spasiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji bo vê destpêşxeriya girîng ya mirovî kir.

Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî (BCF) bi durişmeya “Li her cihekî birînek li laşê mirov hebe, ew ê derman bike” destê alîkariyê dirêjî qurbaniyên Filistîn û navçeyê dike. Ev jî berdewamiya hewlên mirovî yên navdewletî yên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ye ji bo kêmkirina êş û azarên mirovan, di çarçoveya erkê xwe de weke endameke Encûmena Aborî û Civakî ya Neteweyên Yekgirtî (ECOSOCS).

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî wek çawa berê karekterekî sereke bû di bersivdana mirovî de li navçeyên ku tûşî şer û karesatên sirûştî bûne, ji bo vê mebestê jî bi hevahengî ligel rêxistinên mirovî yên Iraqê û hikûmeta Iraqê berdewam e ji bo dîtina mekanîzmayên şandina alîkariyê di zûtirîn dem de ji mexdûrên navçeyê re.