HSDê teroristekî DAIŞê li Hesekê girt

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) endamekî DAIŞê ku amadekariyên êrîşên terorî dikir, li parêzgeha Hesekê girt.

Navenda Ragihandinê ya (HSD) di daxuyaniyekê de belav kir, hêzên wan endamekî DAIŞ ê ku amadekariya êrişa terorî dikir, li bajarokê Til Hemîsê yê li parêzgeha Hesekê girt.

Navenda Ragihandinê ya (HSD) diyar kir jî, hêzên wan hejmare ji çek, teqemenî û cebilxane bi wî teroristî re girtin.

Da zanîn jî, ew terorîst li bajarokê Til Hemîs û gundewarên wê çalak bû, beşdarî gelek êrişên terorisîtî yên li dijî HSDê, saziyên sivîl û xizmetguzariyê bûbû.

HSD tekez kir jî, hêzên wan ji bo parastina ewlehî û aramiyê herêm û xelkê, ew di operasyonên xwe yên dûvçûn û girtina endamên rêxistinên terorê û hişkkirina çavkaniyên wan de berdewam in.