Parêzgarê Duhokê çend proje bi nirxê 35 milyar dînar ragihandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Duhokê Elî Tatar çend projeyên xizmetguzariyê bi nirxê zêdetir ji 35 milyar dînar radigihîne, ji wan nexweşxaneya penceşêrê li parêzgeha Duhokê heye.

Parêzgarê Duhokê Elî Tatar îro di konferanseke rojnamevaniyê de got: “Em dixwazin projeyên heyî û yên di dema borî de hatine ragihandin, di zûtirîn dem de werin cîbicîkirin.”

Got jî: “Projeyên ku me ragihandine cuda ne, ew tenê ji bo Duhok, tax û derdora wê ne ku di dema borî de, ji ber sedemên cuda destê avedaniyê negihîştibû wan û proje lê nehatibûn cibicîkirin.”

Parêzgarê Duhokê diyar kir jî, ew ê di çend rojên bê de jî, projeyên cuda ji bo navçeyên din ên parêzgeha Dihokê ragihînin.

Destnîşan kir jî: “Dema Serok Barzanî serdana qeza û navçeyên cuda yên parêzgeha Dihokê kiriye, ronahî xiste ser du mijaran ku divê em bala xwe bidinê, ew jî sektorên geştiyarî û çandiniyê bûn.”

Elî Teter got jî: “Em weke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hemû aliyan dilniya dikin ku bê cudahî em ê li ser pêşkêşkirina projeyên xizmetguzariyê ji bo welatiyên xwe berdewam bin.”

Parêzgarê Duhokê tekez kir: “Her ku rewşa aborî û darayî ya Herêma Kurdistanê bihêztir bibe, dê pirojeyên xizmetguzarî yên bingehîn ji bo welatiyan bên pêşkêşkirin û cîbicîkirin.”