Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Şanda Danûstandinan a Herêma Kurdistanê re kom bû

Kombûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Şanda Danûstandinan a Herêma Kurdistanê re
Kombûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Şanda Danûstandinan a Herêma Kurdistanê re

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kuridstanê û Şanda Danûstaninan a Herêma Kurdistanê bi Hikûmeta Federal re kom bûn. Serowezîrî ragehand, dabînkirina mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê ji karên pêşiyê yên civata wezîran e.

Roja Yekşemê, 22ê Cotmeha 2023ê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi Şanda Danûstandinan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bi serokatiya Wezîrê Darayî û Aborî kom bû. Heftiya borî ew şand bi merema berçavkirina hejmar û zanyarên durist li ser tewerên peywendîdar bi rewşa darayî û bodce û mûçeyên Herêma Kurdistanê ve, li nav kombûna hevpar a Lijneya Darayî ya Civata Nûneran û Wezîrê Darayî û Serokê Dîwana Çavdêriya Darayî ya Federal amade bûn.

Di nav wê kombûnê de ku hejmareke wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade bûbûn, Şanda Hikûmetê kurtiyek li ser wê serdana xwe ya ji bo Bexdayê pêşkêş kir. Amaje da wê yekê ku wan ronkirinên temam li ser data û zanyarên hûr pêşkêş kirine û di encamê de hevfehimandineke erênî ya hevpar di navbera herdu aliyan de çê bûye, li ser çawaniya çarekirina  kêşeya mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê û cudakirina mûçeyan ji pîverê xerciyên rasteqîne, wekî mafên qanûnî yên mûçexuran û dûrxistina wê ji hevrikiyên siyasî. Di wê kombûnê de, mîkanîzmeke guncayî jî ji bo çarekirina vê mijarê hatiye berçavkirin.

Zêdebarî destxweşîkirinê li Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çarekirina kêşeyan li ser bingeha destûrî û lihevkirinan û rêzgirtina li qewareyê federalî yê Herêma Kurdistanê pabend e. Herwesa got, dabînkirina mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê karê pêşiyê yê Civata Wezîran e û pêxemetî vê yekê jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê li ser bicîanîna erk û pabendiyên xwe yên destûrî berdewam be. Li bernaberî wê yekê jî, çavê me li Hikûmeta Federal e ku mafên darayî yên Herêma Kurdistanê û berî hemiyan jî terxankiriyên mûçeyan wekî di xişteyên bodceya Îraqê de hatiye ji bo Herêma Kurdistanê bimezêxin, wekî deverên din ên Îraqê.

Li dawiyê jî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şanda danûstandinan raspart ku di nêzîktirîn derfet de û li ber roniya encamê kombûna hevpar a wan aliyan di Lijneya Darayî ya Civata Nûneran de bi Hikûmeta Federal re berdewam di peywendiyê de bin heta em digehin çareyeke hevseng û guncayî.