Cegerxwîn di 39emîn koça xwe dawî de li Qamişlo hat bibîranîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Qamişlo, bi beşdariya hejmarek ji kesayetên siyasî, hunermend û niviskarên Kurd, helbestvan Cegerxwîn hat bibîranîn. Hezkeriyên Cegerxwîn dibêjin, berhemên wî bandoreke mezin li huner û helbesta Kurdî kirye û ji erkê Kurdan e ku wan berheman biparêzin.

Bi dehan hunermend, nivîskar û helbestvanên Kurd û herwiha nûnerên partiyên siyasî, 39emîn salvegera koça dawî ya helbestvanê Kurd Cegerxwîn li bajarê Qamişlo bibîr anîn.

Rêxistin û yekîtiyên rewşenbîrû rojnemevanan, li ser gora Cegerxwîn starnên ji helbestên wî gotin û amake bi wê yekê kirin ku berhemên Cegerxwîn hestên netewî li cem her Kurdekî bilind kiriye.

Nivîskar û helbestvan Behrîn Osê got: “Me bi alîkariya keça seydayê Cegerxwîn hin helbestên wî yên ku hinek taybetmendiya wan li cem wî hebûn, me di pirtûkekê de dane hev û em di roja koça wî de belav dikin. Ev erkekî netewî ye li ser milê me wek helbestvan û nivîskaran e.”

Hezkiriyên helbestvanê Kurd behsa bandora Cegerxwîn li ser helbest û hunera Kurdî kirin, herwiha amaje bi giringiya bibîranîna wan helbestan kirin. Di nerîna kesên beşdar de, ji erkê her Kurdekî ye ku berhemên Cegerxwîn biparêze.

Nivîskar Ebdûlmecîd Xelef diyar kir: “Hêjayî ye ku em nemir Cegerxwîn û her kesê kesê ked di ber miletê xwe de kar û xebat kiriye bibîr bînin û li ser berhemên wan bisekinin, ta ku jiyan û berhemên wan ronahiyê bibînin û li tevahiya cihanê bibin. Cegerxwîn bi xwe gelek xebat di ber miletê xwe de kir û berhemên gelekî giranbiha ji me re hîştin.”

Liser dirêjahiya 81 salan, Cegerxwîn zêdeyî 37 pirtûkan û 8 dîwanên helbestan nîvisandin, herwiha gelek pirtûk jî wergerandin.

Cegerxwîn di sala 1984an de li Stockholm koça dawî kir, termî wî bo Rojavayê Kurdistanê hat veguhestin û li xaniyê wî yê li bajarê Qamişlo bi xakê hat spartin.