Di çend rojên bê de PDK û YNK dicivin

Logoyên PDKyê û YNKyê
Logoyên PDKyê û YNKyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Biryar e di çend rojên bê de PDK û YNK bicivin. Ew civîn di çarçoveya gereke serdanên serkirdetiya nû ya YNKyê de ye, piştî kongireya wê ya pêncê. Komeke dozên navxweyî û Îraqî heye ku biryar e ev du part danûstandinan li ser bikin. Amadekarî ji bo wê civînê hatine kirin û tenê maye jivanê wê diyar bikin.

Endamê Komîteya Navendî ya PDKyê, Bilind Ismaîl, taybet ji K24ê re ragehand, ji sala borî heta niha çend pêşengî hatine ragehandin. Di nav kongireya PDKyê de, Serok Barzanî çend caran tekez li ser wê yekê kir ku divê rûpeleke nû bê vekirin. Herwesa di civîna Navenda PDKyê de jî, dîsa cenabê wî daxwaz kir ku serdana hemî aliyên siyasî yên Kurdistanê bê kirin.

Wî endamê Komîteya Navendî ya PDKyê amaje da wê yekê, daxwaz ji me hatiye kirin dema em serdana aliyekî dikin, ger ew alî deriyê xwe li me bigire jî, divê em careke din serdana wan bikin. Herwesa got: Em wekî PDK bi wê yekê re ne ku hemî tişt bi lihevkirin û lihevnêzîkbûnê bin û nabe part bi hev re rûnenin.

Li ser mijara hilbijartinên perlemana Kurdistanê, Bilind Ismaîl got, bi dîtina PDKyê gelek giring e ku hilbijartinên Perlemana Kurdistanê di dema xwe de bên kirin.

Endamê Serkirdetiya YNKyê, Rêbaz Bêrkotî, jî ji K24ê re got: Divê em û PDK careke din bi lihevkirinên xwe de biçin û dubare bicivin, rewşa Herêma Kurdistanê taybet li ser astê Îraqê bi cidî bê wergirtin, danûstandin li ser bên kirin û biryarên giring û pêdivî li ser wê bên dan.

Wî endamê Serkirdetiya YNKyê bal kişand ser wê yekê jî ku hilbijartin yek ji mijarên giring e û divê di dema xwe de bên kirin.

Peywendiyên dualî, rewşa siyasî ya navxwe, hilbijartinên Perlemana Kurdistanê, mafên darayî yên Herêma Kurdistanê li Bexdayê û çêkirina yek gotara hevpar giringtirîn dozên ser mêza civîna bê ya PDK û YNKyê ne.

Roja 25ê Şibata sala bê wekî jivanê hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê hatiye danan. Birêvebirina wê piroseyê erkê komisyona Îraqê ye û dest bi amadekariyan jî hatiye kirin, lê niha hemî alî li benda Dadgeha Federalî ya Îraqê ne ka gelo dê li ser skalaya YNKyê ya li ser pênc kursiyên pêkhata Turkmenan çi biryarekê bide.