Sendîkaya Rojnamevanan dixwaze rojnamevanên girtî yekser bên berdan

Navenda Nûçeyan (K24) – Li ser girtina sê rojnamevanan li sinorê parêzgeha Silêmaniyê, Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê ragehandinek belav kir.

Di wê ragehandinê de hatiye; li dû qanûna hejmar 35ê ya rojnamevaniyê ya sala 2007ê ya Herêma Kurdistanê, girtina rojnamevanan rêpêdayî nîne. Herwesa ger rojnamevekî dozek hebe, divê sendîkayê pê haydar bike.

Herwesa wê sendîkayê ragehand, di dema borî de sê rojnamevan bi navên Cemal Ebdula, Îmad Bîlal û Azad Bayîz li sinorê parêzgeha Silêmaniyê hatine girtin. Ev rengê girtinê li ser azadiya diyarkirina dîtin û nerînan metirsî ye.

Sendîkaya Rojnamevanan Daxwazê jî dike ku ew rojnamevanên girtî yekser bên azadkirin.

Pêştir peyamnêrê K24ê ragehandibû, piştî ku sibeha roja Duşemê, 23ê Cotmeha 2023ê, nivîser û rojnamevan Cemal Ebdula, ji ber haydarkirina wî li ser hebûna skalayekê, serdana dadgeha Silêmaniyê dike, lê bi behaneya hebûna fermaneke girtinê ya pêştir fermana girtina wî tê derxistin.

Peyamnêrê Kurdistan24ê amaje da wê yekê jî, ew fermana ji bo girtina nivîser û rojnamevan Cemal Ebdula hatiye derxistin, çi peywendî bi wê skalayê û haydarkirinê ve nîne ya ku wî rojnamevanî îro ji ber wê serdana dadgehê kiribû.

Li gor zanyarên Kurdistan24ê, nivîser û rojnamevan Cemal Ebdula niha li girtîxaneya rawestandin û veguhastinê ya Silêmaniyê hatiye girtin.

Nivîser û rojnamevan Cemal Ebdula di kabîneya şeşê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de berdevkê fermî yê hikûmetê bû. Wî nivîs û mijar li gelek dezgehên medyayî belav kirine û xwediyê çend kitêban e. Herwesa di karê rojnamevanî jî de, ew sernivîserê kovarê bû.