Şandeke Herêma Kurdistanê bi Wezîrê Aborî yê Îmaratê re civiya

Şanda Desteya Weberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Wezîrê Aborî yê Îmaratê re civiya / wêne: Haje Xefûr - Kurdistan24
Şanda Desteya Weberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Wezîrê Aborî yê Îmaratê re civiya / wêne: Haje Xefûr - Kurdistan24

Navenda Nûçeyan (K24) – Şanda Desteya Weberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Wezîrê Aborî û hejmareke bazirgan û weberhênerên Îmaratê re civiya.

Roja Duşemê, 23ê Cotmeha 2023ê, li ser daxwaza Wezareta Aborî ya Îmaratê, Şanda Desteya Weberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya serokê wê, Mihemed Şukrî, serdana welatê Îmaratê kir. Îro roja Sêşemê, Şanda Desteya Weberhênanê bi Wezîrê Aborî yê Îmaratê, Ebdula bin Toq Elmerî, û wekîlê rêveberên weberhênanê li wî welatî civiya.

Şandiya K24ê ji bo Îmaratê, Haje Exfûr, li ser naveroka wê civînê got, armanca wê serdana Desteya Weberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê pevguhertina ezmûna weberhênanê ya Îmaratê û veguhastina wê ji bo Herêma Kurdistanê ye. Ew yek jî berçav kir ku Serokê Desteya Weberênanê di wê civînê de behsa karên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vejandina aborî de bi rêya weberhênanê di warên bazirganî, pîşesazî û geştyarî de kir.

Şandiya K24ê amaje da wê yekê jî ku di çarçoveya wê serdanê de hejmareke workşopan li Îmaratê bi merema parvekirina modêla pêşxistina aborê Îmaratê dê bên rêkxistin.

Li dû amarên Desteya Weberhênanê, nêzî 150 kompaniyên Îmaratê li Herêma Kurdistanê kar dikin û bi 2.57 milyar dolaran weberhênan di kertên cuda cuda de kiriye. Li gor amaran, salane bayê zêdetirî yek milyar dolaran kelûpel ji Îmaratê bo Herêma Kurdistanê tên şandin.

Piştî Tirkiye, Îran û Çînê, Îmarat wekî mezintirîn hevpara bazirganî ya Herêma Kurdistanê tê hesibandin. Ew welat ji bo Herêma Kurdistanê bûye deriyekî giring ê bazirganiyê ji bo anîna kelûpelan ji welatên rojhilata Asyayê. Herwesa par Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya Îmaratê karî yekem berhemê xwe yê hinaran bişîne bazarên cîhanê.