Parêzgerê Dihokê hejmareke pirojeyan ji bo devera Amêdiyê ragehand

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgerê Dihokê danana berê biyatî ji bo çend pirojeyan li Nahyeya Sersingê ya bi ser devera Amêdiyê ve ragehand. Herwesa wî got: Piroje dê ji bo hemî parêzgeha Dihokê bê cudahî bên bicîanîn.

Parêzgerê Dihokê Elî Teter di kongireyeke rojnamevanî de danana berê binyatî ji bo du bendavan li gundê Seydava û dibistaneke nû li navenda Nahyeya Sersinkê ragehand. Herwesa wî got: Piroje dê ji bo hemî parêzgeha Dihokê bê cudahî bên bicîanîn.

Wî amaje da wê yekê jî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî xemeke zêde ji wan deveran xwariye, lewma jî em spartine ku çavê me zêdetir li deverên dûr be û taybet wan deverên ku kêmtir xizmetkarî gehiştinê.

Herwesa wî got: Li ser wê bingehê razîbûn li ser wan pirojeyan hatiye diyarkirin.  Me pêştir serdana devera Sêriyê û Şêladizê jî kiriye ku dê yarîgehek ji bo ciwanên Şladizê bê çêkirin û herwesa razîbûn li ser kornîşê Royê Şîn jî hatiye diyarkirin.

Parêzgerê Dihokê ragehand jî ku ew pirojeyên razîbûn li ser hatiye diyarkirin tenê ji bo gundekî an nahyeyekê an bajarekî nînin, belkî her kesek dikare mifayî ji wan pirojeyan werbigire. Herwesa razîbûn li ser hindek pirojeyên taybet ji bo Amêdiyê hatiye diyarkirin.

Elî Teter behsa wê yekê jî kir ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî berî niha serdana qezayên Akrê û Berdereş û Zaxo û Amêdiyê kir, li ser hejmareke pirojeyan razî bû ku hindek ji wan hatine destpêkirin û em hêvîdar in zû bikevin di xizmeta welatiyan de.