Kanada ji welatiyên xwe dixwaze ku nêzî Îraqê nebin

Balyozxaneya Kanadayê haydariyê li ser alozbûna rewşa ewlehiyê ya Îraqê dide

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Kanadayê haydariyê dide welatiyên xwe ku geştan ji bo Îraqê nekin. Ew ji welatiyên xwe re dibêje: Çi geştan ji bo Îraqê nekin.

Hikûmeta Kanadayê ji welatiyên xwe re ragehand, ji ber berdewamiya hevrikiyan, pêşbîniya rûdanan û derfeta çêbûna rewkeşe ewlehiyê ya metirsîdar, geştan ji bo Îraqê nekin.

Di eynî demê de, balyozxaneya Kanadayê li Îraqê jî haydarî da wan welatiyên xwe yên ku li Îraqê dijîn û ragehand, mimkin e rewşa ewlehiyê ya Îraqê xirab bibe.

Hikûmeta Kanadayê amaje daye wê yekê jî ku metirsiya êrîşên moşekî û terorsitî li Îraqê heye. Ew cihên ku mimkin e bibin armancên êrîşan jî ev in; avahiyên hikûmetê, peristgeh û cihên olî, balafirxane û cihên din ên veguhastinê, hêzên Îraqî, kombûnên li cihên giştî û ew cihên giştî yên ku biyanî gelek serdana wan dikin.

Roja Yekşemê, 22ê Cotmeha 2023ê, Wezareta Derve ya Amerîkayê haydarî da diplomatkar û welatiyên xwe ku bi rêya Balafirxaneya Navdewletî ya Bexdayê geştan nekin.

Herwesa behsa wê yekê jî kir ku divê karmendên nepêdivî yên balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê ji wî welatî derkevin.

Ew haydariya Amerîkayê piştî wê yekê hat ku her wê rojê bingeha serbazî ya Eyn Esedê li parêzgeha Enbarê ya rojavayê Îraqê bi sê moşekên Katyuşa hat moşekbarankirin.