Beşar Metta Wardê: Divê rêzê li pêkhateyan bê girtin û çanda pêkvejiyana biparêzin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Desteya Emîndariya Zanîngeha Katolîkî Beşar Metta Werdê radigihîne: “Zanîngeha me weke sembolekê ye ku ji siyaset û cudakariya olî dûr e”

Beşar Metta Werdê li merasîma derrçûna wê zanîngehê di gotarekê de ragihand, cihê şanaziyê ye ku ciwanên nû ji hemû pêkhateyan karîbûn biser bikevin û paşeroja xwe binexişînin.

Beşar Matta Werdê da zanîn: “%60 ji xwendekarên me katolîk in, lê %40 misilman, Êzidî û peyrewên olên din in.”

Amaje bi wê yekê jî kir, îsal bo yekem car 8 xwendekarên Êzidî yên vê zanîngehê derçûn ku ji Almanyayê vegeriyabûn Kurdistanê.

“Zanîngeha Katolîk a Hewlêrê hemû cudahiyan dihewîne û çanda bihevre jiyanê diparêze û divê em li ser wê rêyê berdewam bin.

Serokê Desteya Emîndariya Zanîngeha Katolîkî diyar kir: “Zanîngeha me ji siyaset û cudakariya olî dûr e. Divê rêz li pêkhteyan bê bigirin. Tevî êş û qeyranan jî, em paşeroja xwe pir xweşik dinexişînin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 24.10.2023an, li bajarê Hewlêrê beşdarî merasîma derçûna xwendekarên zanîngeha Katolîkî ya Kurdistanê bû.

Di sêyem merasîma derçûna xwendekatan zanîngeha Katolîkî ya Hewlêrê de, 420 xwendekar bawernameyên lîsansê di warên cuda de wergirtin.

Zanîngeha Katolîkî ya Hewlêrê di sala 2015an de li Hewlêrê hatiye damezrandin û ji heft kolêj û 11 beşên zanistî pêk tê.