Qayimqamê Hewlêrê: Zêdetirî neh hezar seyên bêxwedî hatine komkirin

Nebez Ebdulhemîd
Nebez Ebdulhemîd

Navenda Nûçeyan (K24) - Qayimqamê Qezaya Navendî ya Hewlêrê amajeyê dide, “Ji ber çêkirina şêlteran, hejmara seyên bêxwedî li taxan kêm bûye”. Herwesa dibêje, “Piroseya komkirina seyên bêxwedî berdewam e û nêzî salekê divê heta bi temamî li nav taxan nemînin”.

Qayimqamê Qezaya Navendî ya Hewlêrê Nebez Ebdulhemîd ji K24ê re got, “Hejmara seyên bêxwedî yên li ser cade û li nav taxan li bernaberî demên borî kêm bûye. Di meha Îlona sala borî de dest bi komkirina seyên bêxwedî hatiye kirin, çend tîm ji bo vê meremê hatine pêkanîn ji ber ku pê hesiyane ku hejmara wan li nav taxan zêde bûye”.

Nebez Ebdulhemîd amaje jî da, “Berê ji aliyê Tîmên Şaredariyê ve seyên li ser cadeyan dihatin kuştin, herwesa qanûna Îraqî heta niha rêyê bi kuştina seyan dide, lê em li Herêma Kurdistanê vî karî nakin. Me şêlterek çê kiriye ji bo ku wî canewerî ji mirovan dûr bixin”.

Navbirî got, “Pêştir hejmara seyên bêxwedî li nav taxan zêde bû û gelek dozên leqdanê dihatin tomarkirin, welatî keftibûn rewşeke nexweş, her mehê nêzî 150 dozên leqdanê dihatin tomarkirin, lê niha ji bo nêzî her mehê 70 dozan kêm bûne”.

Qayimqamê Qezaya Navendî ya Hewlêrê tekez jî kir, “Her roj nêzî 50 seyan tên komkirin lê piroseya komkirina seyên bêxwedî pêdivî çend salan e û bi lez binbir nabin. Hemî welatiyên Hewlêrê hest bi kêmbûna seyên bêxwedî dikin, heta niha zêdetirî 9 hezar seyên bêxwedî hatine komkirin”.