Beşa Renînê (MRI) li Nexweşxaneya Zaxoyê tê vekirin

Gudar Şêxo
Gudar Şêxo

Navenda Nûçeyan (K24) – Serperiştê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê ragehand ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî budceyeke taybet ji bo du amûran terxan kiriye. Ew herdu amûr jî amûrên renînê (MRI) û mîfrasê (CT scan) ne ku ji bo Zaxoyê giring û pêdivî bûn.

Serperiştê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê, Guhdar Şêxo, di kongireyekî rojnamevanî de ragehand ku kertê tendirustiyê li Zaxoyê pêş keftiye. Herwesa got: Tîmeke taybet li Zaxoyê hatiye çêkirin, ji bo lêkolîna mijarên tendirustî û dabînkirina amûran û çêkirina beşên din ên tendirustî, ji bo ku xelk li vê deverê pêdivî nexweşxaneyên taybet jî nebe.

Got jî: Serokwezîr Mesrûr Barzanî budceyeke taybet ji bo du amûran terxan kiriye. Ew herdu amûr jî amûrên renînê (MRI) û mîfrasê (CT scan) ne ku ku ji bo Zaxoyê giring û pêdivî bûn. Li ser astê cîhanê jî ew amûr gelek pêşkeftî ne. Em hêvîdar in ku em zêdetir jî xizmeta xelkê vê deverê bikin.

Amaje da wê yekê jî ku Nexweşxaneya Tengaviyan a Zaxoyê yek ji nexweşxaneyên herî pêşkeftî ye, bi hebûna diktor û avahî û amûrên pizişkî.

Herwesa got: Giringîdana bi kertê tendirustiyê di pilanên me de ye, wekî çêkirina nexweşxaneya qezaya Batûfa û nexweşxaneya zarokan. Paşî got: Em van rojan li ser wan beşan kar dikin ên ku li Zaxoyê nînin, wekî beşê pizişkiya dad û beşê sotinê. Her beşekî pêdivî be, em dê kar li ser bikin. A ji hemiyan giringtir jî ew e ku em niha li ser senterê penceşêrê kar dikin ku bi zûtirîn dem ew senter bê çêkirin û xizmeta welatiyan bike.

Behsa wê yekê jî kir ku çend pirojeyên weberhênana kertê tendirustiyê dê di paşerojeke nêzîk de bên bicîanîn. Got jî: Armanca me ew e ku em Zaxoyê ji bo Kurdistanê û Îraqê hemiyê bikin senterekê tendirustiyê.

Li ser şarezayên taybet jî, Guhdar Şêxo got: Her şarezayek an diktorek ku li Zaxoyê nebe, em dê ji Dihokê an ji Hewlêrê bi girêbesteke taybet bînin.