Li Herêma Kurdistanê salane 500 milyar dînar ji bo berhemanîna ava vexwarinê tên mezaxtin

Li Herêma Kurdistanê salane 500 milyar dînar ji bo berhemanîna ava vexwarinê tên mezaxtin
Li Herêma Kurdistanê salane 500 milyar dînar ji bo berhemanîna ava vexwarinê tên mezaxtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Pirojeyên berhemanîna ava pakij li Herêma Kurdistanê di rojekê de sê milyon metrên sêcarkî yên ava vexwarinê bi pîverên cîhanî berhem tînin û bi rêya pirojeyên cuda cuda digehînin malan. Hikûmeta Herêma Kurdistanê salane 500 milyar dînaran ji bo berhemanîna ava vexwarina dimezêxe.

Rêveberê Giştî yê Av û Avdêriyê yê Herêma Kurdistanê Arî Ehmed ji Fermangeha Medya û Zanyaran re ragehand: Piroje û bîrên avê li Herêma Kurdistanê dikarin di rojekê de zêdetirî sê milyon metrên sêcarkî yên avê berhem bînin, ew jî ji werzekî bo yekê din tê guhertin. Ew ava ji bîr û piroje û kaniyan tê berhemanîn piştî pişkinandin û piştrastbûnê, li gor standardên Rêkxistina Tendirustiyê ya Cîhanî û standardên Îraqî, ji bo ava vexwarinê tê bikaranîn.

Arî herwesa got: Pirsa pakijkirina avê  pirseke fîzyayî û kîmyayî ye, zêdetirî 10 pişkinînên kîmyayî û çar pişkinînên fîzyayî û sê pişkinînên bayolojî ji bo wê tên kirin. Mezaxtiyê vê piroseyê ji bo tevaya Herêma Kurdistanê salane 500 milyar dînar in.

Serperiştê ava îfraza sêyê Hîwa Ebdulrezaq ragehand: Li ser pirsa pakijkirina avê li pirojeyê ava îfraza sêyê ku çavkaniya wê Zêyê Mezin e, ew av bi pênc qonaxan tê pakijkirin, ji rûbarî tê wergirtin û bi çend pempên mezin tînin nav wê pirojeyê û ji wê derê  bi pênc piroseyan kar li ser wê tê kirin heta ji bo welatiyan tê şandin.

Hîwa amaje da wê yekê jî, di pirojeya ava îfraza sêyê de çi arêşe nînin û ew ava tê pakijkirin li gor standardên cîhanî ye.

Li dû raporteke Neteweyên Yekgirtî li sala 2023ê, li cîhanê nêzî 2 milyar kesan arêşeya ava vexwarinê heye. Ev diyarde jî bi zêdebûna hejmara xwecihan û hişkesaliyê zêdetir bûye. Ji bo parastina avê û gehandina ava pakij ji bo welatiyan, Hikûmeta Herêma Kurdistanê siyaseta pêşxistina pirojeyên xwe yên avê li ser bingeha zanistî bi kar tîne.