Komîteya Navendî ya PDKyê civiya û ragehandinek parve kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Civîna Komîteya Navendî ya PDKyê bi serperiştiya Serok Barzanî hat kirin û ragehandinek li ser naveroka wê civînê hat belavkirin.
Roja Pêncşemê, 26ê Cotmeha 2023ê, Komîteya Navendî ya PDKyê, bi serperiştiya Serok Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokê Komîteya Navendî û endamên wê û yedekan, civîna xwe ya asayî li Pîrmamê kir.
Li gor ragehandina dawiyê, wê civînê bal kişand ser hevfehimandinên van dawiyan ên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de ku bi niyeta çarekirina kêşeyan pêngavan diavêjin. Di wê ragehandinê de hatiye, “Em hêvîdar in bi zûtirîn dem kêşe û asteng bên bidawîanîn û çareseriyeke bingehîn ji bo pirsa mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê û tevaya mijarên din bê dîtin, ku di berjewenda piroseya siyasî û seqamgîriya welatî de be.
Di eynî demê de ji bo zêdetir xizmeta xelkê Herêma Kurdistanê û pêşkêşkirina xizmetkariyan di warên cuda cuda de, Komîteya Navendî ya PDKyê piştevaniya xwe ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kir.
Li ser peywendiyên navxweyî yên Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê biryar da, ”ji bo berjewendên doza rewa ya gelê me û bihêzkirina qewareya siyasî û qanûnî ya Herêma Kurdistanê û hevfehimandin û arîkariyê, parta me dê li ser hevdîtin û danûstandinan bi hêz û aliyên siyasî yên di hikûmetê û yên ne di hikûmetê de jî berdewam be”.
Herwesa ji bo parastina canê tebayî û seqamgîriya bajarê Kerkûkê û rêzgrtina xelkê xweragir û têkoşer ê Kerkûkê ku ev demeke dirêj e di rêya armancên xwe yên rewa de xweragir û berdewam qurbanîder bûn, biryar da ku PDK avahiyê civata serkirdetiya xwe ya berê li Kerkûkê pêşêşî Zanîngeha Kerkûkê bike, wekî diyariyek ji bo xwendekarên wî bajarî û piroseya xwandin û rewşenbîrî û pêşxistina wî bajarî.
Herwesa di wê civînê de tekez hat kirin ku PDK dê li ser xizmetkirina kasûkar û malbatên serbilind ên şehîdan berdewam be û dê pêngavên pêdivî jî ji bo wê meremê biavêje. Her di wê civînê de biryar û rênimayên pêdivî li ser amadekariyên PDKyê ji bo helbijartinên Perlemana Kurdistanê û Civata Parêzgehên Îraqê hatin dan.