WHO: Li Xezzeyê 1000 term li bin avahiyan mane

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsekî Rêkxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) eşkere kir ku, li gor texmînên wan, heta niha hezar term li bin avahiyên Xezzeyê ne, nehatine nasîn û di tomarên kuştiyan jî de nehatine tomarkirin.

Îro roja Înê, 27ê Cotmeha 2023ê, Nûnerê Rêkxistina Tendirustiyê li Filistînê Richard Peeperkorn ragehand, heta niha 1000 termên nenasyar li bin avahiyên heriftî yên Xezzeyê mane û di tomara kuştiyan de nehatine tomarkirin.

Berdevka Komisyona Mafên Mirovan a bi ser Neteweyên Yekgirtî ve Ravina Shamdasani nîgeraniya xwe li ser rewşa şerê Israîl-Hemasê diyar kir. Wê ragehand ku “tawanên şerî” di çarçoveya wî şerî de qewimîne.

Herwesa Ravinayê amaje da wê yekê jî ku ew ji ber sizadana bikom a xelkê Xezzeyê ji aliyê Israîlê ve nîgeran in.

Komisyonerê Giştî yê Ajansa Hawarhatinê û Karpêkirina Penaberên Filistînî (UNRWA) Philippe Lazzarini jî haydarî li ser xirabiya rewşa Xezzeyê da. Wî got: Ji ber êrîşên dijwar ên Israîlê li ser Xezzeyê, gelek ji xelkê Xezzeyê hatine kuştin.