Hollanda hişyariyê dide welatiyên xwe: Ji Iraqê derkevin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Hollandayê bang li welatiyên xwe dike ku di zûtirîn dem de ji Iraqê derkevin.

Wezareta Derve ya Hollandayê di daxuyaniyekê de ragihand, “Ji ber bûyerên li Xezzayê, xwepêşandan li bajarên Iraqê tên kirin, eger heye jî tundûtûjî derkevin, welatî û aliyên rojavayî jî bên armanckirin û rewşa ewlehiyê ya Iraqê ji nişka ve têk diçe, ji ber wê jî em bang li welatiyên Hollandayê dikin ku demildest Iraqê derkevin.”

Wezareta Derve ya Holandayê ji bilî parêzgehên Herêma Kurdistanê, deverên din ên Iraqê weke navçeyên sor ragihand û daxwaz ji welatiyan kir ku demildest ji herêma sor derkevin û eger pêwîstî pê hebe, li herêma purteqalî (Herêma Kurdistanê) bimînin.

Hefteya borî Amerîka û Kanadayê jî ji welatiyên xwe daxwaz kiribûn ku serdana Iraqê nekirin û eger li Iraqê bin jî, jê derkevin.

Ev hişyarî piştî wê yekê tê, grûpên çekdar di rojên borî de çaend caran bi mûşekan êrîşî baregehên hêzên Amerîkî û Hevpeymaniyê li çend deveran kiribûn û gefa derxistina wan ji Iraqê xwaribûn.