Hejmara Kuştiyên Xezzeyê ji heşt hezar kesan derbaz bû

Dîmenekî Xezzeyê / Wêne: AFP
Dîmenekî Xezzeyê / Wêne: AFP

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê ragehandiye ku hejmara kuştiyên Xezzeyê ji heşt hezar kesan derbaz bûye.

Îro roja Duşemê, 30ê Cotmeha 2023ê, Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê ragehand ku hejmara kuştiyên Xezzeyê ji ber êrîşên berdewam ên Israîlê gehişt 8306 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê ew yek jî xuya kir ku di nav wan kuştiyan de 3457 zarok hene.

Amaje daye wê yekê jî ku Israîlê êrîşên xwe yên bejahiyê ji bo ser Xezzeyê berfirehtir kirine.

Şerê Xezzeyê piştî destpêkirina operasiyona Tofana Eqsayê li roja 7ê Cotmeha 2023ê dest pê kiriye. Ev 24 roj in ku Israîl li ser êrîşên xwe yên bejahî û deryayî û asmanî berdewam e û bi hezaran kuştî û birîndar hene.

Heta niha li Israîlê zêdetirî 1400 kesan hatine kuştin ku 310 ji wan serbaz bûn.