Piştîwan Sadiq: Me civîneke gelek baş bi Goranê re kiriye

Piştîwan Sadiq
Piştîwan Sadiq

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Mekteba Rêkxistinê ya PDKyê li Dihokê amaje da wê yekê ku wan civîneke baş û erênî bi Bizava Goranê re kiriye. Herwesa wî amaje da wê yekê jî ku ew dê li van nêzîkan bi YNKyê û partên din ên siyasî re jî bicivin.

Îro roja Duşemê, 30ê Cotmeha 2023ê, Berpirsê Mekteba Rêkxistinê ya PDKyê li Dihokê di daxuyaniyeke taybet de ji K24ê re ragehand ku wan civîneke baş û erênî bi Bizava Goranê re kiriye. herwesa wî got ku ew dê li van nêzîkan bi YNKyê û partên siyasî yên din re jî bicivin.

Wî di pareke din a daxuyaniya xwe de got ku civînên wan bi YNKyê û aliyên din ên siyasî re dê girêdayî rewşa Herêma Kurdistanê û Îraqê bi rengekî giştî bin.

Li roja 24ê Cotmeha 2023ê, civîna PDKyê û Bizava Goranê li Pîrmamê hat destpêkirin û çend pirsekên navxweyî û yên deverê bi rengekî giştî hatin behskirin.

Di wê civîna PDKyê û Goranê de, peywendiyên navbera wan û danûstandinên wan bi Hikûmeta Îraqê re li ser budce û mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê û hilbijartinên bên ên perlemana Kurdistanê hatin behskir.