Israîl operasiyona xwe li Xezzeyê berfirehtir dike

Dîmenekî Xezzeyê / Wêne: AA
Dîmenekî Xezzeyê / Wêne: AA

Navenda Nûçeyan (K24) – Serê sibeha îro roja Sêşemê, 31ê Cotmeha 2023ê, artêşa Israîlê bi hêza peyayan êrîş kir ser çend deverên Xezzeyê.

Israîlê operasiyona xwe li Xezzeyê berfirehtir kiriye. Bizava Hemasê jî ragehand ku bi tank û moşekan berhingarî artêşa Israîlê bûne.

Ji aliyekî din ve balê serbazî yê Qesamê yê Bizava Hemasê parve kiriye ku serê sibeha îro roja Sêşemê, bi doşkan li başûrê Xezzeyê û bi moşekên Al-Yasin 105, berhingarî hêzên Israîlê bûne û çar tankên wan kirine armanc.

Tendirustiya Xezzeyê dibêje ku heşt hezar û 306 kes ji ber êrîşên asmanî û bejahî yên Israîlê hatine kuştin ku di nav wan de sê hezar û 457 zarok hene.

Artêşa Israîlê jî dibêje ku di çend rojên borî de wan zêdetirî 600 armancan li Xezzeyê hingaftine. Ev heftiya çarê ye ku hevrikî berdewam in, zêdebarî bilindbûna hejmara kuştî û birîndaran, welatiyên sivîl li Xezzeyê daxwaza xwarinê, ava vexwarinê û sotemeniyan dikin.

Doh berpirsê bilind ê Hemasê Xazî Hemed di kongireyekî rojnamevanî de li Beyrûtê ragehand, “ketîbeyên Qesamê amade ne û zirareke zêde gehandiye artêşa Israîlê”.

Herwesa wî got: Ez dikarim ji we re bibêjim ku hemî bizavên dagirkirinê yên Israîlê ji bo çûna nav Xezzeyê hatine şkandin”.