Pêşmerge û artêşa Iraqê li ser xalên leşkerî yên li çiyayê Qereçoxê lihev kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê li ser xalên leşkerî yên li çiyayê Qereçoxê li hev kirin.

Jêderekî agahdar îro 1ê Mijdarê ji K24ê re ragihand: “Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê li ser xalên leşkerî yên li çiyayê Qereçoxê rêkeftinek kirin û pirsgirêkên xwe çareser kirin.”

Li gorî heman jêderî, “Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî dê di rojên pêş de rêkeftinê îmze bike û piştre bikeve warê cibicîkirinê.”

Roja 22ê Cotmeha borî li nêzîkî kampa penaberan a Mexmûrê li quntara çiyayê Qereçoxê, li ser sê xalên kontrolê yên leşkerî di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de pevçûn derketibû.

Ew şer di demekê de bû, poja 19ê Cotmehê Firqeya 14 a artêşa Iraqê 4 xalên kontrolê yên leşkerî li çiyayê Qereçoxê ji destê PKKê wergirtin û li şûna PKKê bicih bûbû.