Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Balyoza Amerîka li Iraqê civiyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 1ê Mijdara 2023an, pêşwazî li Balyoza Amerîka li Iraqê Alina Romanowski û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de, tekezî li ser şandina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê hat kirin, bi taybetî ku aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hûrgilî data û zanyariyên li ser bingeha belgeyên yasayî û destûrî pêşkêşî aliyên pêwendîdar ên hikûmeta federal kirine û ti bi bihaneyek ji bo neşandina mûçeyên karmendên Herêmê nemaye.

Di mijareke din a hevdîtinê de, her du alî li ser giringiya parastina asayîş û aramiya Iraqê û parastina balyozxane, şandên dîplomatîk û hêzên Hevpeymanan li Iraq û Herêma Kurdistanê hevnêrîn bûn.