Li Diyarbekirê Pêşangeha 7. Zêr û Cewheran tê lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Diyarbekirê di navbera 2-5ê Mijdarê de dê Pêşangeha Zêr û Cewheran were li darxistin. Aliyê pêşangehê ya cawaz ew e ku dê îsal pêşangeh li ser Pira Deh Derî were li darxistin ku ev yek dê sûdê bide geştiyariya Diyarbekirê.

Li Diyarbekirê ji aliyê Jûra Zêringerên Diyarbekir ve Pêşangeha Zêr û Cewheran a 7emîn dê were lidarxistin. Pêşangeh dê navbera 2-5ê mijdarê de pêk were û îsal pêşangeh li şûna navenda pêşangehê li ser Pira Deh Derî be.

Di pêşangehê de dê ji salên borî cudatir berhemên dîrokî jî werin pêşandan. Berhemên dîrokî yên zêr ku ji kolînên Keleha Zêrzevanê hatine derxistin û heta 3 hezar sal berê diçin û bihayê her berhemekê 10 milyon dolar e dê di pêşangehê de cih bigirin.

Amadekarên pêşangehê didin zanîn ku wan di pêvajoya amadekariyê de li gel gelek aliyan hevdîtin pêk anîne û armancek wan jî ew e ku li Diyarbekirê pêşangeha herî biha û teybet a Tirkiyeyê li dar bixin.

Hat ragihandin ku dê di dema pêşangehê de bergiriyên ewlekariyê di asta herî bilind de werin standin û di vî warî de jî hemu xebat hatine kirin.