Bijîşkên Sînornenas : Li Kerta Xezzeyê zêdetir ji 20 hezar birîndar hene

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Bijîşkên Sînornenas (MSF) dibêje, zêdetir ji 20 birîndar hîn li Xezzeyê ne, piştî ku duhî Çarşemê yekem karwanê birîndaran ji Kerta Xezzeyê bi rêya deriyê Refehê bo Misrê hatibûn veguhestin.

Rêxistinê di daxuyaniyekê de ragihand, “Zêdetir jî 20 hezar birîndar hîn jî li Xezeyê ne, ji ber dorpêç û bombebarana berdewam a artêşa Îsraîlê, gihandina lênihêrîna tenduristiyê bo wan sînordar e.”

Rêxistina Bijîşkên Sînornenas diyar kir jî, 22 xebatkarên wê yên navdewletî karîn ji Xezzeyê derkevin, lê daxwaz kir ku rê ji niştecihan re bê dayîn ku ji Kerta Xezzeyê derkevin.

Got jî: “Yên ku dixwazin ji Xezzeyê derkevin, divê rê ji bo were dayîn û ti derengî çênebe. Herwiha ebanga agirbestke bilez jî kir.

Li gorî berpirsekî Misrî, ji destpêka şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de di 7ê Cotmehê de, duhî Çarşemê 76 filistîniyên birîndar û 335 biyanî duhî Çarşemê di dema yekem operasyona valakirinê de, karîn ji Kerta Xezzeyê derkevin.

Pêştir jî, Neteweyên Yekgirtî û gelek rêxistinên nehikûmî hişyarî dabûn ku rewşa mirovî li wê herêma biçûk ya Filistînê ku nifûsa wê 2.4 milyon kes e, karesat e.

Bijîşkên Sînornenas jî di daxuyaniya xwe de got: “Divê rê bê dayin ku kelûpelên bijîjkî yên bingehîn û xebatkarên mirovî bikevin Xezzeyê, ji ber ku nexweşxane lê qerebalix in û pergala tenduristiyê di bin metirsiya hilweşîna tam de ye.”

Li gorî desthilatdarên Îsraîlî jî, duhî Çarşemê 61 kamyonên ku alîkariyên mirovî barkiribûn ketin Kerta Xezzeyê.

Di roja 27emîn a şerê li Kerta Xezzeyê de, hejmara kuştiyên Filisîtiyanan gihîşt 8805 kesan, bombebarana Îsraîlê ya li ser herêmên cuda yên xezzeyê jî dewam dike.

Li gorî amarên Îsraîlê jî, heta niha li Israîlê zêdetir ji 1400 kesan hatine kuştin ku 310 kes ji wan leşker bûn. Lê aliyê hemasê dibêje ku wendahiyên Îsraîlê ji vê hejmarê zêdetir e.