6 çekdarên grûpa El-Hemzat li gundekî Hesekê hatin kuştin

Çekdarên El-Hemzat
Çekdarên El-Hemzat

Navenda Nûçeyan (K24) – Di êrîşên Encûmena Leşkerî ya Til Temirê de, 6 çekdarên grûpeke opozîsyona Sûriyê ya ku Tirkiye piştevaniya wan dike, li bakurê Hesekê hatin kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) diyar kir, Encûmena Leşkerî ya Til Temrê ya ser bi HSDê ve xaleke kontrolê ya çekdarên El-Hemzat li gundê Bab El-Ferc ê ser bi navçeya Zerganê li parêzgeha Hesekê topbaran kir.

Li gorî zanyariyên Rewangehê, di encama êrîşê de 6 çekdar hatin kuştin û çekdarekî din jî birîndar bûye.

Ev yek di demekê de ye, grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyeyê ve, îro gundên gundên Girkê Şemo û Til Cîhan yên ser bi Terbaspiyê kirine, lê ti ziyanên canî çênebûne.

Herwiha artêşa Tirkiyeyê li gundewarê Tirbesipiyê, gundê Mela Ebas yê ku piraniya niştecihên wî Suryan in û gundê Til Xatûn yê ku piraniya niştecihên wî Êzidî ne topbaran kirine.

El-Hemzat, grûpeke çekdaran a opozîsyona Sûriyê ye, sala 2016an ji çend grûpên din hatibû damezirandin û bi Artêşa Tirkiyeyê re tevlî dagîrkirina Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê bû.