Çend serkirdeyên Israîlê itîrafê bi şkestina xwe dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Çend serkirdeyên bilind ên Israîlê di derheqa êrîşên welatê xwe bo ser Kertê Xezzeyê de itîrafê bi şkestinên xwe dikin. Herwesa ew amajeyê didin wê yekê ku zirareke zêde gehiştiye artêşa Israîlê û heta niha serkeftî nebûye.

Wezîrê Bergiriyê yê Israîlê Yoav Gallant ragehand ku hêzên wan li Xezzeyê destkeftên baş bi dest xwe xistine lê zirareke zêde gehiştiye wan. Ji aliyekî din ve, Serdarê Artêşa Israîlê Herzi Halevi got: Parastina welatiyan erkê artêşa Israîlê ye lê me nekarî rêyê li êrîşa Hemasê bigirin.

Zêdebarî berdewamiya şerê Israîl û Hemasê û zêdebûna hejmra qurbaniyan û destpêka êrîşa  bejahiyê ya artêşa Israîlê bo ser Kertê Xezzeyê, çend serkirdeyên Israîlê itîrafê bi şkestina xwe dikin ku nekariye rêyê li êrîşa Hemasê bigirin û jiyana welatiyên xwe biparêzin, ku heta niha zêdetirî 1400 kesan hatine kuştin û 240 kesên din jî ji aliyê Hemasê ve hatine girtin.

Rêveberê Dezgeha Shin Betê Ronen Bar ragehand ku wan nekariye haydariyê li ser êrîşa Hemasê bidin.

Ji aliyekî din ve Rêveberê Dezgeha Amanê Aharon Haliva got: Em di giringtirîn erk de şkestine û ez hemî berpirsatiya wê şkestinê radikim.

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Israîlê Tzachi Hanegbi ragehand, “Ez di wê helsengandina xwe de şaş bûm ku Hemas newêre êrîşê bike ser Israîlê.

Herwesa Wezîrê Darayî yê Israîlê Bezalel Smotrich jî got: Divê em itîrafê bikin ku em şkestine.

Serokwezîrê berê yê Israîlê Naftali Bennett got: Dema ku ez serokwezîr bûm, hindek kar hebûn ku viyaba min kiriban, rewş dê gelek guhertiba.

Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu heta niha çi berpirsyarîtiyeke wê şekstinê ranekiriye û tenê dibêje: Em dê lêkolînên temam li ser wê rûdanê bikin.

Ev di demekê de ye ku, li gor rapirsiya medyayên Israîlê, zêdetirî 80% ya welatiyên Israîlê dibêjin ku divê Netanyahu berpirsyarîtiya wê şkestinê rake.