Îro Nesrula helwesta xwe li ser şerê Hemas û Israîlê radigehîne

Dîmenekî rûbirûbûnan li başûrê Libnanê
Dîmenekî rûbirûbûnan li başûrê Libnanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gor zanyarên nêzî medyayên Hizbulaha Libnanî û medyayên Erebî, îro roja Înê, 3ê Mijdara 2023ê, Rêberê Hizbulaha Libnanî Hesen Nesrula dê gotarekê ji bo ragehandina helwesta xwe li ser şerê Hemas û Israîlê parve bike.

Gotara Rêberê Hizbulahê dê di nav ahengeke cemawerî de li başûrê Libnanê bê xwandin, wekî rêzgirtin ji bo wan çekdaran ên ku di berhingariya Israîlê de şer kiriye.

Di vê demê de alozî li ser sinorê Libnan û Israîlê mezin bûne û Hizbulah û Israîl berdewam berhingarî hev dibin. Ji destpêka şerê Israîl û Hemasê heta niha, 70 kes li ser sinorê Libnanê hatine kuştin ku 52 ji wan çekdarên Hizbulahê ne.

Çavdêrên siyasî yên Libnanê amajeyê didin wê yekê ku çi behane ji bo tevlîkirina Libnanê di wî şerî de nînin, tenê wêrankirina Libnanê nebe.

Amajeyê didin wê yekê jî ku biryara ragehandina şerî ji aliyê Hesen Nesrula ve di destê Îranê de ye, ku bereyekî bergiriyê li dijî Israîlê li Sûriyeyê, Îraqê, Yemenê û Libnanê pêk aniye.