Fuad Husên: Iraq destêwerdanê di karûbarên navxweyî yên ti welatekî de nake

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên tekez dike, welatê wî li ser bingeha berjewendiyên hevpar pêwendiyên dîplomatîk bi welatan re ava dike û destêwerdan di karûbarên navxweyî yên ti welatan de nekiriye û nake.

Kongreya Heftemîn a Balyozên Iraqê îro 4ê Mijdarê bi dirûşma “Dîplomasiya Iraqê – Pêwendiyên Navdewletî yên Hevseng û Pêşketina Aborî ya Berdewam” bi serokatiya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, li Bexdayê dest pê kir.

Fuad Husên di konferansê de gotarek pêşkêş kir û tê de ragihand, Iraq pêwendiyên wê yên dîplomatîk li ser bingehê berjewendiyên hevpar ava dike û siyaseta wê ya derve jî, rengvedana siyaseta wê ya navxweyî ye.

Got jî: “Kabîneya niha ya Mihemed Şiya Sûdanî, bihêzkirina pêwendiyên ligel welatên cîran û navçeyê, kiriye yek ji armancên sereke yên hikûmetê.”

Herwiha got: “Iraq destêwerdanê di karûbarên navxwe yên ti welatekî de nake û dixwaze peyvendiyên wê yên baş bi welatên herêmê re hebin.”

Fuad Husên her wiha amaje bi şerê niha yê di navbera Hemas û Îsraîlê de jî kir û got: “Berjewendiyên welatiyan û dûrxistina welat ji her şer û pevçûnekê, ji karên pêşîn ên hikûmeta niha ya Iraqê ye.”

Herwiha got jî: “Piştî şer, hin metirsî derketine, ku dibe herêmê ber bi şerekî nû ve bibe. Ji ber vê yekê û ji bo ewlehiya hevpar, divê em bi hev re kar bikin.”

Wezîrê Derve yê Iraqê daxwaza rawestandina êrîşên Îsraîlê li ser Xezzayê kir û got: “Helwesta Iraqê li hember şerê di navbera Hemas û Îsraîlê de nehatiye guhertin.” Herwiha got: “Iraq piştgiriya mafê çarenivîsê yê gelê Filistînê dike.”