Sedir li dijî serdana Blinken bo Bexdayê daxwaza xwenîşandanê dike

Rêberê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir
Rêberê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir

Navenda Nûçeyan (K24) – Li dijî hatina Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Bexdayê, Rêberê Tevgera Sedir daxwaza xwenîşandanê ji alîgirên xwe dike.

Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir li ser hejmara xwe ya tora civakî ya “X”ê nivîsiye: Em daxwazê dikin ku hûn li dijî serdana wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Bexdayê berê xwe bidin meydana Tehrîrê û xwenîşandanê bikin.

Sedir di wê peyama xwe de daxwaz jî kiriye: “Wêneyên serkirdeyên terorê yên navdewletî bişewitînin, ku bûne sedema komkujiyan li Xezzeya xweşevî”.

Îşev Nivîsîngeha Ragehandinê ya Serokwezîrê Îraqê ragehand ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken gehişt Îraqê.

Li gor wê ragehandinê, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Bliken bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re civiya, lê amaje bi naveroka wê civînê nehatiye dan.

Ev çend roj in ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê bi serdanekê gehiştiye Rojhilata Navîn ku meseleya şerê Israîl û Hemasê merema serekî ya serdana wî ye.

Piştî ku doh roja Şemiyê, 4ê Mijdara 2023ê, Blinken li Urdinê bi wezîrên derve yên çend welatên Erebî re li ser meseleya şerê Israîl û Hemasê civiya, îşev bi serdanekê gehişt Îraqê û tê gotin ku paştir biçe Tirkiyeyê jî.