Wezîrê Tendirustiyê: Kurdistan di rûbirûbûna penceşêrê de mînakeke serkeftî ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Tendirustiyê radigihîne, li cîhanê salane zêdetirî 19.5 milyon kes bi nexweşiya penceşêrê dikevin û Herêma Kurdistanê jî ji vê pirsgirêkê ne dûr e. lê Herêma Kurdistanê di rûbirûbûna penceşêrê de, mînakeke serkeftî ye.
Wezîrê Tenduristiyê Dr. Saman Berzincî di merasîma danîna kevirê bingehîn ê navenda dermankirina penceşêrê li Duhokê de got: “Ev yekem car e nexweşxaneyeke bi tîşkê li Herêma Kurdistanê tê avakirin.”
Got jî: “Penceşêr pirsgirêkek cîhanî ya mezin e û gelek aliyên wê yên dijwar ên aborî, mirovahî û civakî hene û pirsgirêkek tenduristiyê ya pirhokar û pirfaktor e, lê bi rêkarên xweparêziyê û destnîşankirina zû ya nexweşiyê, dikare were çareserkirin.”
Amaje bi wê jî kir: “Rewşa penceşêrê bilez û bez diguhere, tevî pêşkeftina bilez a amûrên destnîşankirina zû, dermankirin û neştergeriyê re, lê şêwaza jiyanê, pirsgirêkên jîngeh û xwarinê, kêmbûna werzîşê û kişandina cixareyê re, cîhan daniye pêşiya vê pirsgirêkê.”
Diyar kir jî, “Li cîhanê salane zêdetirî 19 milyon û 500 hezar kes bi nexweşiya penceşêrê dikevin, Herêma Kurdistanê jî ji vê pirsgirêkê ne dûr e. Tevî hebûna çendîn qeyranan, Kurdistan li ser asta Iraq û pîvanên navdewletî, di rûbirûbûna vê nexweşiyê de, nimûneyeke serkeftî ye.”
Di çarçoveya pêşxistina sektora tendirustiyê li Herêma Kurdistanê û xizmetkirina zêdetir a welatiyan, Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 6ê Mijdarê kevirê bingehîn ê navendeke dermankirina penceşêrê bi tîşk li Duhokê danî.
Li Herêma Kurdistanê, 86 nexweşxaneyên giştî, 31 navendên tenduristiyê yên pispor û 1056 navendên tenduristiyê hene û hemû cureyên xizmetguzariyan ji welatiyên Herêma Kurdistanê, koçber û penaberan re pêşkêş dikin.