Dronek li sinorê qezaya Amêdiyê dikeve

Navenda Nûeyan (K24) – Peyamnêrê K24ê ragehand ku dronek li gundê Mijê yê girêdayî bajarkê Dêrelokê û qezaya Amêdiyê keftiye xwarê.

Îro roja Duşemê, 6ê Mijdara 2023ê, peyamnêrê K24ê ragehand ku dronek li sinorê qezaya Amêdiyê keftiye xwarê.

Peyamnêrê K24ê amaje da wê yekê jî ku cihê keftina wê dronê gundê Mijê yê bajarkê Dêrelokê ye.

Her îro Dijeterora Kurdistanê di ragehandinekê de eşkere kir ku droneke Tirkiyeyê komeke çekdarên PKKyê li gundê Boskênê yê girêdayî qezaya Ranyayê ya îdareya Raperînê li parêzgeha Silêmaniyê kir armanc.

Wekî ku di wê ragehandinê de hatiye, di verêja wê êrîşê de du çekdarên PKKyê hatine kuştin û duyên din jî birîndar bûne.

Aloziyên navbera Tirkiyeyê û PKKyê ji sala 1984ê heta niha berdewam in. Li gor amarên nefermî, heta niha zêdetirî 40 hezar kesan di şer û aloziyên navbera PKKyê û artêşa Tirkiyeyê de hatine kuştin. Rêkxistina PKKyê ji aliyê Tirkiyeyê, Amerîkayê û Yekîtiya Ewropayê ve wekî rêkxistineke terorî tê naskirin.