Îro PDK û YNK li ser asteke bilind dicivin

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro roja Sêşemê, 7ê Mijdara 2023ê, mektebên siyasî yên PDK û YNKyê li Pîrmamê dicivin.

Li gor zanyarên K24ê, Cîgirên Serok Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî, dê serokatiya şanda PDKyê bikin û Serokê YNKyê Bafil Talebanî û Serokê Tîma YNKyê di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de Qubad Talebanî jî dê serokatiya şanda YNKyê bikin.

Berdevkê YNKyê Sedî Ehmed Pîre doh roja Duşemê, 6ê Mijdara 2023ê, di konfiranseke rojnamevanî de ragehandibû ku îro roja Sêşemê PDK û YNK li Pîrmamê dicivin.

Di derheqa naveroka vê civînê de, Berdevkê YNKyê got ku ew mijarên peywendî bi arêşeyên navbera YNK û PDKyê ve heye, pirsa hilbijartinan, dabînkirina mûçeyan û arêşe û peywendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal dê di vê civînê de bên behskirin.

Dawî civîna PDK û YNKyê li roja 30ê Tîrmeha 2023ê li Silêmaniyê hatibû kirin.

Ev civîna PDK û YNKyê civîna yekê ye, piştî kongireya pêncê ya YNKyê û hilbijartinên civata serkirdetiya nû ya wê partê.