Dijeterora Kurdistanê: Bi sê dronan êrîş bo ser Balafirxaneya Hewlêrê hatiye kirin

Derazînka Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê
Derazînka Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê

Navenda Nûçeyan (K24) - Dijeterora Kurdistanê radigehîne ku serê sibeha îro bi sê dronên bombekirî êrîş bo ser bingeha serbazî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li Balafirxaneya Hewlêrê hat kirin.

Dijeterora Kurdistanê di ragehandinekê de amaje da ku serê sibeha îro roja Sêşemê, 7ê Mijdara 2023ê, bi rêya du dronên bombekirî êrîş bo ser bingeha serbazî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li Balafirxaneya Hewlêrê hat kirin û her li asmanî hatin peqandin.

Herwesa Dijeterora Kurdistanê amaje da wê yekê jî ku serê sibeha îro her li wî cihî droneke bombekirî bê ku bipeqe keft xwarê.

Di eynî demê de Rêveberê Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar ji K24ê re got: Piştî êrîşa serê sibeha îro, geştên balafirxaneyê ji bo demekê hatin rawestandin, lê niha geştkirin li Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê dîsa asayî bûye.

Ji nîva Cotmeha îsal heta niha, koma Miqawemeya Îslamî li Îraqê berpirsyarîtiya xwe ji zêdetirî 25 êrîşên moşekî û dronî bo ser hêzên Amerîkayê û Hevpeymaniya Navdewletî li Îraqê û Sûriyeyê ragehandiye.

Ji bilî wê komê, milişiya û komên çekdar ên din jî yên Îraqê çend caran gef li Amerîkayê û Israîlê kirine ku li hemî cihan hêzên wan bikin armanc, ger êrîşên xwe li ser Xezzeyê ranewestînin.