Civîna PDK û YNKyê li Pîrmamê dest pê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Berî demeke kêm civîna PDK û YNKyê li ser asteke bilind li Pîrmamê dest pê kir. Di wê civînê de çend pirsên navxweyî û deverê dê bên behskirin.

Şanda PDKyê ji Cîgirên Serok Barzanî Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî, Fazil Mîranî, Hişyar Zêbarî, Azad Berwarî, Mehmûd Mihemed, Piştîwan Sadiq û Cehfer Êmînkî pêk tê. Şanda YNKyê jî ji Bafil Talebanî, Qubad Talebanî, Îmad Ehmed, Derbaz Kosret Resul, Sedî Ehmed Pîre, Refhet Ebdula, Şalaw Elî Eskerî û Xesrew Gul Mihemed pêk tê.

Li gor zanyarên peyamnêrê K24ê, PDK û YNK dê di vê civînê de danûstandinan li ser pirsa hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê, hilbijartinên civatên parêzgehan, peywendiyên navbera xwe û peywendiyên Herêma Kurdistanê bi Bexdayê re bikin.

Peyamnêrê K24ê Newres Ebdula ragehand ku PDK û YNK dê her di civîna îro de danûstandinan li ser pirsên ewlehiyê yên Îraqê û deverê bikin. Herwesa piştevanîkirina pêngabên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo danûstandinên bi Bexdayê re ji bo çarekirina kêşeyên hilawîstî û nehêlana astengan dê pareke din a danûstandinên wan be.