Firokeyên şer ên Tirkiyeyê çiyayê Qendîlê bombebaran dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Peyamnêrê K24ê got, ji danê êvarî ve firokeyên şer ên Tirkiyeyê çiyayê Qendîlê bombebaran dikin.
Peyamnêrê K24ê da zanîn, firokeyên şer ên Tirkiyeyê ji demjimêr 18:15ê piştî nîvro ve, dest bi bombebarankirina çiyayê Qendîlê kirine.
Qaymeqamê Qeza Sengeserê Nehro Ebdullah ji K24ê re ragihand, firokeyên şer ên Tirkiyeyê deverên Sînemoke, Bêpalan, Geliyê Resiwê, Aşqulke, Kurtek û çend cihên din bombebaran kirin.
Nehro Ebdullah amaje bi wê yekê kir ku heta niha ti zanyarî derbarê ziyanên canî û madî yên wê êrîşê neketine destê wan.
Ji sala 1984’an û vir ve aloziya di navbera Tirkiye û PKK’ê de didome û li gorî amarên nefermî di şer de zêdetirî 40 hezar kes hatine kuştin.
Şerê PKK û Tirkiyeyê li deverên sinorî yên Herêma Kurdistanê roj bi roj zêdetir zirarê digehîne welatiyên Herêma Kurdistanê. Ji ber wî şerî, nêzî 800 gundan hatine wêrankirin û vala bûne.