Rêber Ehmed: Yasa li Iraqê nayên cîbicîkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ragihand, “Hikûmeta Federal ji bo karesat bi ser Kurd, Sunne û Şîeyan hatiye dîzaynkirin, lê heta niha jî Kurd ji Kerkûk û derdora wê tên derxistin.”

Rêber Ehmed li konferansa Destpêşxeriya Îraqê li Chatham House li Londonê gotarek pêşkêş kir û tê de got: “Dema dîktatoriya Iraqê hat şikandin, Iraq derbasî sîstemeke federal bû, lê federalîzma wê ne temam bû.”

Herwiha got: “Hikûmeta Federal ji bo karesat bi ser Kurd, Sunne û Şîeyan hatiye dîzaynkirin, lê heta niha jî Kurd ji Kerkûk û derdora wê tên derxistin.”

Amaje bi wê kir jî: “Hîn gelek kar maye ku Iraq li ser bikeve nava federalîzmê, ku di dema borî de hertim navendîparêzî bû.”

Bal kişande ser wê yekê: “Avakirina Encûmena Federalî, armanc jê dabeşkirina sîstema federalî, dabeşkirina dahatê û yasayên ku mafê didin pêkhateya, lê ev yasa hatine piştguhkirin.”

Rêber Ehmed got jî: “Em li Herêma Kurdistanê gelekî aram in, lê dîsa jî em daxwaza mafên xwe dikin, heta niha mûçeyên me yên mehane hatine paşxistin, ku mafê sereke yê gelê Kurd e, lewma nabe ev paşxistin berdewam bike.”

Di dawiyê de got jî: “Me hêvî dikir ku sîstemeke federalî hebe ku hemû pêkhate tê de bigihin mafên xwe, di nav de jî mafê darayî, ewlekarî û piştgiriya hikûmetê, lê tiştek ji vê nebû.”