Li Hatayê erdhejek bi hêza 4.8 pile rû da
Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgeha Hatayê ve erdhejeke bi hêza 4.8 rû da û li navçeyên bakurê rojavayê Sûriyeyê jî hest pê hate kirin.
Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) li ser malpera xwe ragihand, îro demjimêr 5:32 li Hetayê erdhejeke bi hêza 4.8 pileyan li gorî pîvera Richterê rû da.
AFADê herwiha diyar kir, navenda erdhejê navçeya Kirikxanê ye û 8.28 kîlometreyan di bin erdê de rû daye.
Erdhej li gelek navçe û bajarên Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojavayê Sûriyeyê jî hest pê hate kirin.
Hatay yek ji wan parêzgehan bû ku di erdhejên 6ê Sibatê de ziyanên mezin ên canî û madî dîtibû.