Yerlîkaya: 238 hezar Sûrî bûne welatiyên Tirkiyeyê

Peneberên Sûrî
Peneberên Sûrî

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Tirkiyeyê eşkere dike, 3 milyon û 254 hezar li Tirkiyeyê dimînin, ji wan 238 hezar kesan bûne welatiyên Tirkiyeyê.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya di Komîsyona Bûdce û Planê ya Parlamentoya Tirkiyeyê de eşkere kir, heta niha 237 hezar û 995 Sûrî mafê welatîbûna Tirkiyeyê wergirtine.

Yerlîkaya hejmara penaberan jî eşkere kir û got, li Tirkiyeyê 4 milyon 643 hezar penaberên yasayî hene ku 3 milyon û 254 hezar ji wan Sûrî ne.

Diyar kir jî: “Di encma xebatên me de 596 hezar penaberên Sûrî li ser daxwaza xwe û bi awayeke birûmet û ewle vegeriyane welatê xwe û em bawer in dê hejmara penaberên li welatê me her kêm bibe.”

Herî zêde penaberên Sûrî li Stenbol, Dîlok, Urfa, Hatay, Edene, Mêrsîn, Bûrsa, Îzmîr, Konya û Enqere dimînin ku ji wan re parastina demkî tê dayîn.

Sûriyên li Tirkiyeyê rasterast welatiya Tirkiyeyê wernagirin, belkû “parastina demkî” werdigirin. Tekane rêya ku Sûrî pê dikarin bibin welatiyên Tirkiyê, “welatîbûna awarte” ye.

Demek e hikûmeta Tirkiyeyê rojane hejmarek penaberên Sûrî vedigerîne herêmên Idlib, Ezaz, Serê Kaniyê û Girê Sipî. Çalakvanên Sûrî jî dibêjin, proseya vegerandina penaberan bi darê zorê tê kirin û bang li civaka navdewletî dikin ku bi erkê xwe li hember vê rewşê rabin.

Ji ber ne zelalbûna yasayên hebûna wan li Tirkiyeyê, sal bi sal êş û azarên Sûriyan li Tirkiyeyê zêde dibin, kesên ku parastina demkî wergirtine, herdem bi metirsiya dersînorkirinê rûbirû dimînin. Kesên mafê niştecihbûnê jî wergirtine, ji ber dijwariya nûkirina niştecihbûnê, çarenivîsa xwe nizanin.