Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li Serokwezîrê Iraqê kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Iraqê bi serdanekê gihîşt Herêma Kurdistanê û li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê, ji aliyê Serowezîrê Herêma Kurdistanê ve pêşwazî lê hate kirin.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro 9ê Mijdara 2023an bi serdanekê gihîşt Hewlêrê û li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Hevdem jî, Cîgirê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên bi Serokwezîrê Iraqê re serdana Hewlêrê kir.