Guletopek li gundekî qezaya Amêdiyê ket xwarê

Dihok (K24) – Peyamnêrê Kurdistan24ê li Dihokê ragehand ku sibeha îro roja Înê, 10ê Mijdara 2023ê, guletopek li gundê Berçê yê qezaya Amêdiyê ketiye xwarê û zirarên madî gehandine xaniyekî.

Peyamnêrê Kurdistan24ê Mesûd Wermêlî herwesa got: Xwecihên wî gundi dibêjin ku ew guletop a artêşa Tirkiyeyê ye û wê rûdanê tirs û nerehetiyeke zêde di nav wî gundî de çê kiriye.

Ji ber şerê PKK û artêşa Tirkiyeyê, Duşema borî jî çend guletop li gundê Guherzê yê qezaya Amêdiyê ketin xwarê û zirarên madî gehandin çend xaniyekan.

Aloziyên navbera Tirkiye û PKKyê ji sala 1984ê heta niha berdewam in û niha piraniya êrîşên Tirkiyeyê ji bo deverên Herêma Kurdistanê ji ber PKKyê ne. Li gor amarên nefermî, heta niha zêdetirî 40 hezar kesan di şer û aloziyên navbera PKK û artêşa Tirkiyeyê de hatine kuştin. Rêkxistina PKKyê ji aliyê Tirkiyeyê, Amerîkayê û Yekîtiya Ewropayê ve wekî rêkxistineke terorî tê naskirin.