Derhênerekî Kurd dibe dadwerê festîvaleke hunerî ya Bexdayê

Hunermend Nejad Necim
Hunermend Nejad Necim

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî Hilbijartina wî wekî dadwerê festîvala şanoyê ya Sineyê, Derhêner û Serperiştê Koma Hawarê ya Şanoyê Nejad Necim vê carê di rêza şeş dadwerên festîvala navdewletî ya şanoyên ser cadeyan de li Bexdayê hat nasîn.

Ev gera şeşê ya vê festîvalê ye, bi hevkariya Rêveberiya Sînemayê ya Bexdayê, salane bi çavdêriya Wezîrê Rewşenbîrî û Lawan ê Îraqê û bi pişkdariya heşt komên şanoyê ku li ser çar koman parve dibin, bi rê ve diçe. Paşî lijneya helsengandinê, ku di hunerê pêşkêşkirinê û şanoyê de şareza ye, baştirîn şanogerî û sînaryo û sînografya dest nîşan dike û xelatên festîvalê pêşkêşî wan dike.

Nejad Necim, ku ji Kerkûkê ye û derhênerê yekê yê Kurd e wekî dadwer hatiye destnîşankirin, ji K24ê re got: Hilbijartina min ji bo vê festîvalê û biryardana li ser berhemên Îraqî yên pişkdar di jiyana min a hunerî de ezmûneke nû ye û divê ez wê baweriyê biparêzim, ku ji ber tevlîbûna min di festîvalên navxweyî yên Kurdistanê û karên hunerî yên koma Hawarê ya şanoyê de bi min hatiye dan, û ez îro biryarê li ser hilbijartina wan şanonameyan didim ku ezmûneke berçav di festîval û hunerê şanoyê de heye.