Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Brîtanyayê tekezî li ser berdewamiya diyaloga Hewlêr – Bexdayê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Brîtanya li Iraqê tekezî li ser berdewamiya diyaloga di navbera Hewlêr û Bexdayê ji bo çareserkirina pirsgirêkan kirin.

Li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, duhî 10ê Mijdarê danê êvarê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê Stephen Charles Hitchen kir.

Di civînê de pêşxistina pêwendiyên Brîtanya bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan de û rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin. Li ser geşedanên dawîn ên li herêmê nêrînên xwe anîn ziman.

Herdu aliyan civîna dawî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi erênî nirxandin. Herwiha tekezî li ser berdewamiya diyaloga di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji bo çareserkirina pirsgirêkan kirin û amaje bi serdana Serokwezîrê Iraqê bo Herêma Kurdistanê kirin.

Di mijareke din a civînê de, behsa bandor û egerên li pêş aloziyên li Rojhilata Navîn hate kirin û di vê derbarê de her du alî hevdeng bûn ku ewlehî û aramiya li herêmê were parastin û rê neyê dayîn ku Îraq bibe beşek ji kêşe û aloziyan.