Aliyên Opozîsyonê û komeleyên hiqûqnasan biryareke Dadgeha Bilind wek hewla kudetayê dibînin

kurdistan24.net

Enqere (K24) – Li Tirkiyeyê bi sedema ku Dadgeha Destûrî derbarê parlementerekî girtî de biryara azadkirina wî û binpêkirina mafên wî da derbarê endamên wê de ji aliyê dadgeha Bilind ve doz hate vekirin. Opozîsyonê ev pêngava dadgeha bilind wek hewla kudetayê binav kir. Serokên baroyan û hiqûqnas jî ev pêngavê şermezar dikin û dibêjin, divê kesên ev biryar dane bên darizandin.

Li Tirkiyeyê bi sedema ku dadgeha Destûrî biryar dabû parlementerê TÎPê Can Atalayê ku niha girtî ye bê azadkirin, Dadgeha Bilind bertek nîşanî vê biryarê da û derbarê endamên dadgeah destûrî de doz vekir. Li Tirkiyê yekem car e ku dazeke bi wî wayî rû dide. Ji ber vê biryarê desthilat û maxalefeta Tirkiyê tên beramberî hev. Serokkomarê Tirkiyê Erdogan piştevaniya ev pêngava dadgeha bilind kir, sînyala sînordarkirina erkên Dadgeha Desûrê da û careke din giringiya destûreke nû anî ziman. Di serî de CHP û HEDEP hemû partiyên muxalefeta Tirkiyê ev pêngava Dadgeha Bilind wek hewla kudetayekê dibînin. Li gel partiyên siyasî komeleyên hiqûqnasan jî li ber qesra adaletê nerazîbûna xwe nîşan didin.

Hiqûqnas û endamê Komeleya Hiqûqnasên Nûjen Murat Yilmaz ji K24ê re got: “Ev heyameke dirêje li Tirkiyê deshilatên siyasî mudaxaleyê hiqûqê dikin. Biryara dadgeha bilind tune hesibandina daraz û dadgeha destûrî ye. Li gorî pergala yaseyî lazime hemû saziyên hiqûqê li gorî biryarên dadgeha destûrî tevbigerin. Pêngava dedgeha bilind dijî pergala yaseyî ye û suceke mezin e ber vê çendê lazime kesên ku ev gav avêtine bên darizandin. Ev hewla dadgeha bilind dê rê li ber aloziyên mezin veke li Tirkiyê.”

Bi seroktiya Yêkitiya Baroyên Tirkiyê jî serokên baroyên 81ê bajarên Tirkiye û bakurê Kurdistanê bi sedan parêzeran li Enqerê meşeke 16 km lidarxistin û li ber dadgeha desturê û dadgeha bilind ev hewla li ser hiqûqê şermezar kirin.

Serokê Baroya Diyarbekirê Nîhat Erîm dibêje: “Em dibêjin haq hiqûq mafê mirovan ji bo vî gelî ferz e. Vê biryara xwe paşde bikşînin ev biryar ne biryareke hiqûqî ye.  Di dîroka hihûqa Tirkiyê de Edaleta Tirkiyê ji bo Kurdan dihate rexnekirin lê îro li paytexta Tirkiyê biryareke wiha hatiye dayîn edaleta Tirkiyê ji xwe îro şûn de dê bê nîqaşkirin. Em jî dibêjin bila ev nîqaş dirêj nebe û ev biryara xirab ya nerast ji holê bê hilanîn.”

Li gel muxalefet û baroyan Lijneya Yekitiya Ewropayê jî di raporta xwe ya sala 2023an ya derbarê Tirkiyê de ragihand ku Tirkiye di warê Daraz, serdestiya hiqûq, demokarsî û mafê mirovan de lawaz dibe û çaksaziyên pêwîst heta niha bicîh neanîne.