Bagdanov: Asayîkirina pêwendiyên Tirkiye û Sûriyeyê arasteyeke girîng a karên me ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê bo Rojhilata Navîn Mîkhaîl Begdanov radigihîne: “Asayîkirina pêwendiyên Tirkiye û Sûriyeyê, arasteyeke giring e di karên me de.”

Begdanov ji peyamnêrê K24ê li Rûsyayê re got: “Asayîkirina pêwendiyên Tirkiye û Sûriyeyê arasteyeke girîng e di karên me de û me li ser asta wezîrên derve û berevaniyê gelek civîn û gotûbêjên kêrhatî pêk anîn.”

Got jî: “Hêviya me di karkirina di vê arasteyê de heye. Em di baweriyê de ne ku dê bandoreke wê hebe û dê di berjewendiya her du welatan de be.

Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê amaje bi wê yekê kir: “Pêwendiyên me yên bihêz û dostane li gel her du welatan hene. Herwiha me li hev kiriye ku rêz li serweriya welatan bê girtin.”

Ji sala 2011an, ji destpêka şerê li Sûriyê ve pêwendiyên Enqere û Şamê yên ku pêştir pir nêzîk bûn, têk çûn. Lê di van demên dawî de, her du alî behsa asayîkirina pêwendiyan dikin.

Di Berçileya sala borî de jî, Rûsyayê piştî 11 salan, mêvandariya yekem hevdîtinên di navbera Tirkiye û Sûriyê de li ser asta wezîrên berevaniyê kiribû.

Aliyê Sûriyeyê vekişîna artêşa Tirkiyeyê ji nava axa xwe wek şertê asayîkirina pêwendiyan datîne. Aliyê Tirkiyeyê red dike bi mercên pêşwext danûstandinan bike.