HSD nasnameya serçeteyekî DAIŞê aşkere dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) nasnameya çekdarekî DAIŞ′ê yê ku hatiye girtin aşkere kir û diyar kir ku ew fermandarekî leşkerî yê DAIŞê bû.

Navenda Ragihandinê ya HSD′ê di daxuyaniyekê ragihand, di demeke pêştir ya vê mehê de, di operasyoneke ewlehiyê ya Dijeterorê (YAT) de li Reqayê de, çeteyek bi navê Mihemed Sexir El Bekir (Xalid El Şamî) hat girtin. 

Diyar kir jî, Mihemed Sexir El Bekir cîgirê fermandarê leşkerî ya wîlayeta Şamê bû ku di Çileya 2022an de weke serçeteyê operasyona terorîst beşdarî êrişa li ser girtîgeha Sîna ya Hesekê bûbû.

Pêştir di 27ê meha borî de jî, hêzên (YAT) yên ser bi HSDê ve bi piştevaniya asmanî ya Hevpeymaniya Navdewletî terorîstê bi navê Muhened El-Dendeh (Ebû Mihemed El-Miwehid) li bajarê Reqayê girtibû.

HSDê bi piştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê roja 23ê Adara 2019an bajarokê Baxozê ku dawî devera di destê DAIŞê de bû, kontrol kir. Bi wê yekê re jî HSDê ragihand ku şerê wê li dijî DAIŞê derbasî qonaxeke nû bû, ew jî qonaxa dûvçûn û lêgerîna li şaneyên DAIŞê yên razayî ye.