Kiçeke Kurd xelata baştirîn kiça aktor li Festîvala Bexdayê ya Şanoyê wergirt

Navenda Nûçeyan (K24) –Gera Şeşê ya Festîvala Bexdayê ya Şanoyê bi çavdêriya Wezîrê Rewşenbîrî yê Îraqê bi rê ve çû. Çawan Xelîl xelata baştirîn kiça aktor ji bo şanoya “Jinbûn Giran e” wergirt û ev cara yekê ye kiçeke Kurd vê xelatê werdigire.

Şanoya Jinbûn Giran e ji nivîsîn û derhênana Rizgar Feqî û aktoriya Çawan Xelîl e.

Çawa Xelîl di daxuyaniyeke taybet de ji K24ê re got: Wergirtina vê xelatê wekî baştirîn aktora şanoyên ku tevlî Gera Şeşê ya Festîvala Bexdayê ya Şanoyê ya Navdewletî bûne ji bo kiçeke Helebceyî serketineke mezin e.

Herwesa got: Ez bi şanoyeke Kurdî tevlî wê festîvalê bûm û min azara jinbûnê di nav civaka Kurdî û tevaya civakên Rojhilata Navîn de ji bo mêvan û amadebûya berçav kir. Herwesa me deqê şanoya xwe jî êvarekê pêşkêş kir û bala hemiyan kêşa.

Li dawiyê jî wê got: Ez vê xelatê pêşkêşî jinên Kurd û aktorên ciwan ên ser dikeyên şanoyan dikim.