Gera 14ê ya Festîvala Filmên Kurdî ya Hamburgê tê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Gera 14ê ya Festîvala Filmên Kurdî ya Hamburgê li rojên 22-26ê Mijdarê tê kirin. Her sal bi hejmareke bernameyên nû ev festîval tê çêkirin, îsal jî biryar e welatekî nû bibe navnîşana gera 14ê ya vê festîvalê û pênc rojan jî dê berdewam be.

Endamê Komîteya Gera 14ê ya Festîvala Filmên Kurdî ya Hamburgê Rewend Cewad di daxuyaniyekê de ji bo K24ê got: Ev festîval bi mozîkeke zindî dest pê dike ku ji aliyê hunermendên bakurê Kurdistanê Cemîle û Hawrê ve hatiye amadekirin. Paşî filmê yekê bi navê “Gava Şitil Mezin Dibin” tê pêşkêşkirin, ku ji derhênana derhênerê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê Rizgar Kaya ye û ji filmên hilbijartî yên festîvala îsal e.

Herwesa got: Ji 125 filmên kurt û yên dirêj û belgefilman ji her parên Kurdistanê, me 19 film hilbijartine ku îsal bên pêşkêşkirin. Ew jî 6 belgefilm û 4 filmên dirêj û 9 kurtefilm in. Herwesa du panelên gelek giring jî hene; yek ji wan ji bo şêwekarê Kurdê Rojavaya Kurdistanê “Luqman Ehmed” e, bi navnîşanê Şêwekarî di Sînemaya Kurdî de. Panelê duyê jî ji bo nivîser û wergêr “Kawe Emîr” e, bi navnîşanê Zimanê Kurdî.

Wî endamê Komîteya Gera 14ê ya Festîvala Filmên Kurdî ya Hamburgê bal kişand ser wê yekê jî ku di para sêyê ya vê festîvalê de xelat bi filmên serkeftî tên dan, ku sê xelat in ji bo baştirîn belgefilm û baştirîn kurtefilm û xelatê lijneyê.

Rewend Cewad behsa wê yekê jî kir ku xelat dê bi logoya fermî ya festîvalê bin û pere jî dê bi serkeftiyên îsal bê dan. Ew yek jî berçav kir ku wan niyet e salên bên film û xelatan zêde bikin ji bo ku gelek derhêner amade bibin.

Gelek festîvalên filmên Kurdî li Ewropayê hene, ew jî ji bo pêşkeftina sînemaya Kurdî û nasandina çanda Kurdan li cîhanê giring e.