Îran: Me bawerî bi damezrandina dewleteke Filistînê ya yekparçe heye

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê li ser mijara pêşniyara çareseriya dudewletiyê li Filistînê ragehand: Welatê me bawerî bi dewleteke Filistînê ya yekparçe heye, her ji Deryaya Naverast heta rûbarê Urdinê.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî di kongireyekî rojnamevanî de li Tehranê ragehand, “rêjeyeke zêde ya arîkariyan ji ber rêgiriya Israîlê negehiştine xelkê Xezzeyê, gelek jî li embarên Misirê hatine hilgirtin”.

Li ser wê mijarê ku parêzerên mafên mirovan li rojavayê wekî pêdivî bersiva gefên Israîlê ji bo bikaranîna çekê etomî û bombeyên fisforî nedaye, Kenanî got: Divê dezgehên navdewletî bi giringiyeke zêdetir li vê mijarê binêrin û rengvedana xwe diyar bikin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî li ser pêşniyara dudewletiyê got: Welatê me bawerî bi dewleteke Filistînê ya yekparçe heye ku her ji Deryaya Naverast dest pê bike heta rûbarê Urdinê.

Bi gotinên Kenanî, “Amerîka û hejmareke zêde ya welatên Ewropayê li dijî agirbestê ne li Kertê Xezzeyê û astengan di rêya agirbestê de çê dikin”.