Li Kerkûkê sê berpirsên DAIŞê hatin kuştin

Termên du çekdarên DAIŞê
Termên du çekdarên DAIŞê

Navenda Nûçeyan (K24) – Dijeterora Îraqê radigehîne ku piştî şerekî çend seetî wan kariye sê berpirsên diyar ên DAIŞê li Kerkûkê bikujin.

Berdevkê Fermandeya Giştî ya Hêzên Çekdar Yehya Resul got: Dezgeha Dijeterorê li Wadî Zexîtunê li sinorê parêzgeha Kerkûkê operasiyonek li dijî DAIŞê kir, di encamê de sê çekdarên DAIŞê hatin kuştin, ku yek ji wan berpirsê kertê Riyazê bû û yekê din jî berpirsê aborî yê DAIŞê bû.

Herwesa got: Yek ji çekdarên DAIŞê bi arîkariya balafirên şerî hat kuştin. Tawanbarê duyê jî piştî berhingarbûnê û dorpêçkirinê xwe bi şûtika bombekirî peqand. Yê sêyê jî ku çend narincok pê re bûn di xaniyekî berdayî ve berhingarî hêzên ewlehiyê bû lê li dawiyê ew jî hat kuştin.

Çavkaniyeke ewlehiyê ragehand ku wan piştî berhingariyeke dirêj ew berpirsên DAIŞê kuştine, wî şerî ji bo dema şeş seetan vekêşaye û karmendekî Dijeterorê hatiye kuştin û du yên din jî birîndar bûne.