Tûrkoglu: Çi bi deshilat û çi jî bi opozîsyonê re, em ji bo tifaqeke zelal amade ne

kurdistan24.net

Enqere (K24) – Di siyaseta navxweyî ya Tirkiyeyê de, mijara sereke avakirina tifaqên ji bo hilbijartinên şaredariyê yên sala 2024an e. Îdîaya nêzîkbûna Partiya Deshilatdar AK Partî û Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (HEDEP) rojevê de ye. Rayedarên HEDEPê deriyên xwe bo hemû tifaqan vekirî dihêlin. Şarezayên babetê jî dibêjin HEDEP polîtîkayeke nû diceribîne.

Li Tirkiyê berev bi nêzîkbûna hilbijartinên şaredariyê yên adara 2024an nîqaşa li ser tifaqên di navbera partiyên siyasî de jî gur dibe. Di nava çapemeniya Tirkiyê de hate îdîakirin ku parlementerên Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (HEDEP) bi parlementerên Partiya Deshilatdar Ak Partiyê re ji bo hilbijartinna di paşperdeyan de hevdîtina pêk tînin. Derbarê vê mijarê de hevserokê HEDEPê Tuncer Bakirhan got ew kesên ku dixwazin bi wan re tifaqê bikin pêwîste zelal bin ûderiyê wan bo tifaqan vekirî ye.

Rayedarên HEDEPê didin zanîn ku bi tu awayî bi tu partiyan re hevdîtinên wan çênebûna lê bo hilbijartinên şaredariyê dê rêyeke nû û cuda bidin pêşiya xwe.

Berdevka Meclîsa Jinên HEDEPê Halîde Tûrkoglu ji K24ê re got: “Ne di bin banê parlementoyê de, ne jî derveyî parlementoyê bi tu partiyekê re di mijara tifaqê de hevdîtinên me çênebûne. Li Bakurê Kurdstanê tifaqeke me heye û em ê bi namzedên xwe bikevin hilbjartinan. Li bajarên Tirkiyeyê jî çi deshilat çi jî muxalefet ji bo tifaqeke zelal û vekirî em amade ne. Lê bi şertê rakirina politikaya qeyyuman, avakirina destûreke demokratik û çareserkirina pirsa kurd em ji hemû tifaqan re amadene ku binirxînin.”

Şirovekarên siyasî jî diyar dikin ku HEDEP Taybetî li bajarên mezin yên Tirkiyeyê dê polîtîkaieke cude bide pêşiya xwe û ev yek dê deshilat û muxalefetê jî eciz neke.

Şirovekarê siyasî Numan Baktaş dibêje: “Bi baweriya min HEDEP ê vê carê polîtîkayeke rast daye pêşiya xwe bo hilbijartinên şaredariyê. HEDEP dê li ser namzedan li gel deshilat û muxalefetê tifaqan ava bike. Bo mînak li Stenbolê li gorî rêgez û berjewendiyên xwe dê piştevaniya namzdê deshilatê bike li Izmîr û Edeneyê jî piştevaniya namzedê CHPê. Bi vê polîtîkayê deshilat û muxalefet dê nekare HEDEPê derveyî tifaqa xwe de bihêle.”

Partiya Demokratik a Gelan HDPê ku bi kongreyê navê xwe kire HEDEP di hilbijartinên şaredariyê yan sala 2019an de 65 şaredarî bi dest xistibûn. Lê belê ji ber polîtîkayên qeyyumdanînê niha tenê di destê wê de 6 şaredarî mane. HEDEP bi rêveberî û polîtîkayeke nû dixwaze di hilbijaritnên şaredariyê yên 2024an de zêdetir şaredariyan bi dest bixe.